Dotmam û pismam?
Dotmam dibêje?
Pismamo ez xezal im?
wek berfa sipî delal im
Ez kevoka per şîn im?
Ez mala te dixemlîn im
Ax Xayîno Pismamo lo
pismam dibêje?
Xezala min pir hêja bu
wek şalur û bilbila bu
Ew hevala roja giran bu
Xezal Îro ji min cuda bu
Cerg û dilê min talan bu
poşman im dotmam lê
Dotmam dibêje?
Ez kevoka mala te bum
Gula baxçê dilê te bum
Li sîpan ez xeca te bum
Li botan ez zîna te bum
Dotmama malbatê bum
Ax Xayîno Pismamo lo
Pismam dibêje?
Xezalé ez poşman bum
Ax ez xayîn gerîyam
Ez pir bilind bazdam
Îro ez pir nizim ketim
Loma ez ji te dur ketim
Bê halim dotmam lê lê
Helbest mülkiye Tekin